Malper/ Mal
Pizanin
Jiyana min



 
  


  Li sala 1959 li Gundê Kassanê ser bi bajarê Dêrikê ko nih lijêr Desthilata Sûrîya Sehîd Azad Dêrikî ‘Fixredîn Emîn Muhamed Torî’ hatîye li ser dûnyayê.

Her li despêka Jîyana xwede Zîrek û Jêhatî bo

Li Gundê Kassanê xwedina xwe ya destpêkî bi dawî anîye

Xwendina xwe ya Amadeyî û ya Navencî li bajarê Dêrazorê li sala 1978-1979 bi dawî anîye. paSê berê xwe daye Samê û liwir xwendina xwe berdewam kir u di heman dem da Mamosta bo li Xwendingeha Gundê Kassanê.

Derçûyê Zanîngeha Samê / Kûlîja Adabê / beSê Cûgrafî sala 1983-1984

Boye Mamûsta li Amadeyî û Navencîyên bajarê Dêrikê tako beSdarîya wî digel PêSmergehin Partî PDK-Irak li Buhara 1991 de di Serhildana Adaraê da.

Xwedî Xêzan bo û 6 Zarok hene

Hêj Genc bo beSdarî di bizava Azadîxwazîya kurdî li Sûrîya kirye u ciwanek çalak  u Xebatker bo dinav Milletê xwede lewma cihekê Taybet hebo di dilê wan da u Rêzgirtinek gelek mezin bo wî hebo, di civata di civîna da.

Dema beSdarî kirî di bizava Azadîxwazîya kurdî li Sûrîya gelek pile u Berpirsyarî wergirtin u çalakiyên wi berçav bun. Ew Zîrk buna wi hêla çavin dujmina lêvebin u bi çavek Res berê xwe bidine u çend caran ji ber Rolê wi yê diyar u rast gutinên wi  bo armanca dujmina u duvelandin wan li Suri u hewlidan wi Tîror bikin u ji destin wan qurtal bu bi rengekê kesekî bawer nedikir u ji wê Rojê were îriSin xwe dijwartir kirin lê belê nekarîn bigehin wî tako beSdarî kirî di Serhildana Buhara 1991 an da.

BeSdarî kirye di SoreSa kurdî da li kurdistana baSûr di rojên despêkê da ji Serhildana Buhara 1991 an weko PêSmergehek di rêzên PDK de

Jiber Rolê wî yê berçav û zanebuna wî ya Sîyasî û çalakîyên wî yên Netewî û SoreSgêrî û RewSenbîrîya wî ya berfireh boye:

·        Kadir li Bereyî Kurdistan li Zaxo.

·        Serperstê Dergehê Ibrahîm Xelîl (Qapî yê- Zaxo) yê Sînor.

·        Endam di Lijna(komîta) Navça  Zaxo-PDK da.

·        Endam di Nivîsgeha Rêkxistina LeSkerî ya (Supayî 1)  da li Duhokê-Zawite.

·        PiSkdarî kirye di Kongirê 11 da yê PDK li Sala 1992  weko Endamek helbijartî ji devera Zaxo û boye Endamê Lijna Ragehandinê di Kongire  de weko Nûyinerê (Tayê 1) PDK

·        Berpirsê Ragehandinê û Radio ya FM di Lijna Navça Zaxo da

·        Endam li Lijna(komîta) Navça  Zaxo-PDK bo cara duwem di heman dem de Berpirsê Ragehandinê di Lijna Navça Zaxo û Berpirsê Radioya FM

 

çendîn Gotar û Nivîsînên wî yên Civakî,Dîrokî,Sîyasî,û Hizrî di Govar û Rojnameyên kurdî da belav bone bitaybetî di Govara METîN û Rojnama Xebat de.

Belê mixabin hê di destpêka jîyana xweda destên çepel û qirêj gehiStin Giyanê wî û ew bi laS dûrî me kirin lê bi Hizir û Raman û Kar û Xebata li berçav ne karîn û nikarin me jê dûr bikin û hate Sehîd kirin bi destê xwefir‏oSan dojminê rastî û kurdewarîyê li Seveka tarî da bi derba xayîntîyê li ber dergehê malê bi Sûn ve u li PiSt ve.

Jiber ko ji Xame ya wî û Bizavên wî zor ditirsan lewma xwestin wî Tîror bikin li Seva 23/24.11.1994 li Zaxo.

Hezar silav bo gîyanê wî û tev Sehîdên rêka azadîya me.